MGRK`ê çû serdana herêmên rizgarkirî yên Hesekê

MGRK`ê çû serdana herêmên rizgarkirî yên Hesekê

Şandeya Meclîsa Gel a Rojvayê Kurdistanê (MGRK) çû serdana herêmên li ser rêya Hesekê û Til Temir ên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine rizgar kirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya operasyona "tolhildana şehîdên Til Temir" de gundên li ser rêya Hesekê û Til Temirê ji komên çete yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra rizgar kirin. Şandeya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û gelek sazî û rêxistinên bajêr çûn serdana herêmên rizgarkirî û rewşa welatiyên herêmê şopandin.

Şandeya ku ji hevserokê MGRK`ê û endamê Desteya Bilind a Kurd Ebdilselam Ehmed, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Çep a Kurd, Yekîtiya Star, Meclîsa Pêşxistina Aborî, Meclîsa Gel a bajarê Hesekê û kesyeta Ereb Tela Elgiûd, pêk dihat çû serdana hemû gundên li ser rêya Hesekê û Til Temirê. Şandeyê her wiha çû serdana bendên kontrolê yên YPG`ê û rizgar kirina herêmê li wan pîroz kirin.

Şandeyê li dêra gundê Til Riman 15 km Bakur û Rojhilarê Til Temirê, civînek lidar xist. Hevserokê MGRK`ê Ebdilselam Ehmed axivî û rizgarkirina herêmê li welatiyan pîroz kir. Ehmed berxwedana YPG`ê bibîr xist û diyar kir ku ew jibo parastina hemû pêkhateyên herêmê têkoşîn dikin. Ehmed her wiha mijarên Rêvebiriya Demî û amadekariyên civîna Cenevra2 jî nirixandin.