Merdîsîmêl hat valakirin

Merdîsîmêl hat valakirin

Çeteyên DAIŞ ên li hember hêzên YPG'ê darbeyên giran xwarin vê carê jî êrîşî gelê sivîl dikin. Gundê Merdîsîmêl ê girêdayî Pirsûs li ser sînor hat valakirin. Li nêzî gundê Boydê jî top hatin avêtin.

Çeteyên DAIŞ êrîşên xwe yên li hember sivîlan berdewam dikin. Ji ber êrîşên hewanan ên çeteyên DAIŞ gundê Merdîsîmêl ê girêdayî Kobanê hat valakirin. Gundiyên ku gund valakirin li navenda navçeyê bi cih bûn. Hat ragihandin ku li hember gundê hatiye valakirin êrîşa bi hewanan didome û ji wan 5 hewan li malan ketine. Hat ragihandin ku li malan zerareke mezin çêbûye. Duh jî li heman gundî topek hewanê li malekê û guleyek dokça jî li maleke din ketibû.

Li gel vê hat destnîşankirin ku 3 topên hewanê li nêzî nuqteya derbasbûnê ya li gundê Boydê yê Pirsûs ketine.