Mehmud Osman: Hewldanên avakirina hikûmeta nû gelek dereng mane

Mehmud Osman: Hewldanên avakirina hikûmeta nû gelek dereng mane

Dr. Mehmud Osman, di malpera xwe ya tora civakî facebook'ê de peyamek liser avakirina hikûmeta nû ya herêma Başûrê Kurdistanê belav kir û got: “hewldanên avakirina hikûmeta nû gelek bi direngî tê birêvebirin.”

Parlementerê parlementoya Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmud Osman, di malpera xwe ya tora civakî facebook'ê de peyamek liser avakirina hikûmeta nû ya herêma Başûrê Kurdistanê û danûstandinên dinavbera aliyande têne kirin nirxand û wiha got: “ projeya avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gelek bi direngî tê birêvebirin û gelek aliyên danûstandinan yên dinavbera aliyande têne kirin ne zelalin.”

Dr. Mehmud Osman diberdewama nivîsa xwede bal dikişîne ser hilbijartinên parlementoya herêma Kurdistanê û wiha dibêje: “ Herçendî ku hilbijartin di 21’ê meha 9 an de hatin lidarxistin jî lê hîna di avakirina hikûmeta nûde tû lihevhatinek diyar dinava herdû partiyên bira de çênebûye,ji bona wê bû sedem ku dû meh bête direngxistin, ku ji roja destpêkê de encamakû bê derxistin di guftugoyên wan de diyar dibû.”

" WÊ PIRSGIRÊKÊN DINAVA HEWLÊR Û BEXDAD DE KÛRTIR BIBIN"

Osman di nivîsa xwede baldikişîne ser bilezbûna avakirina hikûmeta nû û xeteriyên direngxistina wê û wiha dibêje: “ Aniha tişta pêwîst ewekû hemû alî di avakirina hikûmeta nûde bilez bikin. Eger lihevhatinek zû çênebe û hîn zêdetir bê direngxistin wê bandoriyek nerênî liser parlementoyê jî bike ku niha parlemento kar nake. Herwiha dibe sedem liser rewşa civakê jî dimilê aborî,bazirganî û bicihanîna projeyan de biawayek nebaş bandor bike. Jibilî van hemuyan jî wê bandorên neyînî liser pirsgirêkên siyasî yên ku dinavbera Hewlêr û Bexdad de hene wê hîn kûrtir bikin. Wê bandoriyek neyînî liser peywendiyên biderve re jî bike.”

Osman di dawiya peyama xwe de dibêje; “ Ya giring ewekû danustandinên dinava aliyande têne kirin bi awayekî zelal bêne aşkere kirin û ji gotinên giştî derbazbin û bi awayekî hîn zêdetir kûrtir di demekî herî kinde bigihin encamek pêwîst.”