Malpereke Danîmarkî hat hackkirin

Malpereke Danîmarkî hat hackkirin

Komeke hackerên Kurd, bi armanca şermezarkirina girtina televîzyonên Kurd, malpereke wergêran a Danîmarkî hack kirin.

Biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopehangê ya girtina qenalên televîzyonê ROJ TV, NÛÇE TV û MMC, li qada înternetê jî tê şermezarkirin. Komeke bi navê RedcOde, malpereke înternetê ya wergerê ya Danîmarkî şikand. Li malperê bi zimanê Îngilîzî "ROJ TV nayê bêdengkirin" hat nivîsandin. Komê destnîşan kir ku wan dest danîne ser malperê.