Malbata Zeydan derbazî BDP’ê bûn
Malbata Zeydan derbazî BDP’ê bûn
Malbata Zeydan derbazî BDP’ê bûn
Li navçeya Colemêrgê Geverê malbata Zeydanî ku di salên buhrî de alikarî dane partiyên DYP, CHP û AKP’ê û kesên ji wan di van partiyan de bûne parlementer û serokên şaredariyan, bi merasîmekî ku darxistin derbazî BDP’ê bûn. Alî Îhsan Zeydan ku li ser navê malbatê axivî wiha got: “Roj a ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan fikarên gelê kurd daniye aliyekî, ji bo ku vê pêvajoyê bi awayekî bi hêz bi rêve bibe roja çêkirina yeketî û alikariyê ye. Roj ne roja berjewendî, fikara ne. Roj roja aştî, biratî û îtifaqê ye.”
Malbata Zeydan piştî mewlîda ji bo gerîlayên PKK’ê yê bi kodê Rustem (Yucel Zeydan) ku di sala 2001’an de di şerê Qendîlê de jiyana xwe ji dest dayî û gerîla Cîlo Welat (Ecevît Umman) yê gerîlayê PKK dan şûnde tevlî BDP’ê bûn.
Mewlîda ku di bin pêşengtiya MEYADER’ê de û bi tevlîbûna hezaran kesî hatî amadekirin şûnde bi boneya derbazbûna malbata Zeydanî a BDP’ê merasîmek hat li darxisitin.
Di merasî mê de Alîkarê Hevserokê Giştî yê BDP’ê Ayhan karabulut, Parlementerê BDP’ê Esat Canan, Serokê Şaredariya Sêrtê Selîm Sadik, serokên şaredariyên Golemêrgê, Şemzînan, Gever û Çelê, Serokê Şaredariya Serbixwe a Bajarokê Xirvatê Rûştû Zeydan û rêveberên Bajarê Colemêrgê yên BDP’ê ku tevlî merasîmê bibûn. Di Merasîmê de Serokê BDP’a Naveçya Geverê Naîl Durmaz got ku bi tevlîbûna malbata Zeydan a partiya wan êdî partiyên din yên sîstemê li Geverê bi giştî tûne bûne.
Hevserokê BDP’ê yê Bajarê Colemêrgê Rahmî Kurt diyar kir ku ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd yeketî pir giringe û wiha got: “ Daxaza şehîdan a herî mezin yeketiya gelê Kurd ku îro li vir pêk tê ye. Daxaza şehîdan a ku di berde canê xwe dane heya ne gehe armanca xwe wê ev tekoşîn berdewam bike. Îro Erdoganê ku îro li Enqereyê ye gûhekî wî li vê salonê ye. Ji ber ku bi vê tevlîbûnê di Colemêrgê de ji bo Erdogan, AKP’ê û sîstemê cih ne maye.”
Alî Îhsan Zeydan ku li ser navê malbata Zeydan axivî û demekî ji DYP’ê Serokatiya Şaradariya Geverê kiriye diyar kir ku piştî hevdîtinên li gel mezinên malbatê yên li Enqereyê Osman Zeydan kirine şûnde biryara derbazbûna BDP’ê girtine. Zeydan wiha got: “Roj a ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku di vê pêvajoyê de fikarên gelê Kurd danîne aliyekî di nava yeketiyê de ji bo vê pêvajoyê bi şêweyekî bi hêz bi rêve bibi, roja çêkirina yeketî û pişgiriyê ye. Roj ne roja fikar, berjewendiyê ye. Roj roja biratî, aştî û îtîfaqê ye.”
Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Cana diyar kir ku di şerê 30 salan de bi hezaran ciwanên gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Tevlîbûna malbata Zeydan a BDP’ê boyerekî mezine. Ji vê rojê şûnde Colemêrg mala herî mezin a Kurdane. Amed, Wan, Bitlîs û bajarê din yên ku Kurd lê dijîn dikarin Geverê weke mînak bigirin û cihên lê dijîn bikin malên herî mezin yên Kurdan.”
Piştî axaftina Serokê Şaredariya Sêrtê Selîm Sadik şûnde ji Însiyatîfa Dayikê Aştiyê Naciye Îke rozeta BDP’ê bi nûnerê malbata Zeydan Rojhat Zeydan ve kir.