Malbat ketin ser rêya Îmraliyê
Malbat ketin ser rêya Îmraliyê
Malbat ketin ser rêya Îmraliyê
Li gel birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, malbatên du girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ketin ser rêya Îmraliyê.
Li gel birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, malbatên Cûmalî Karsû û Hakki Alphan ên li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Girava Îmraliyê tên ragirtin, ketin ser rêya Îmraliyê. Piştî ku ji serlêdana malbatan a 27'ê Hezîranê re bersiveke erênî hat, malbat ji bo biçin Îmraliyê îro danê sibê hatin Gemlîkê. Piştî karên li Qereqola Jendermeyana Gemlîk Mehmet Ocalan, birayê Hakki Alphan Zulfu Alphan û xwîşa Cumalî Karsu Pervîn Oduncu çûn Bendera Gemportê. Pişt re malbat ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin. Mehmet Ocalan berî rê bikeve pirsên rojnamegeran bersivandin û wiha got: "Her tişt di rojevê de ye. Hemû kes her tiştî dibîne. Dema em vegeriya heke rayedar me bînin vir dibe ku em daxuyaniyê bidin." Mehmet Ocalan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got; "Ew di nava deryayê de ye. Rêvebirina pêvajoya di nava deryayê de dibe ku dem dem rabe û rûne. Ez bawer dikim ku heke cihê wî bê guherînê dê bêtir fêde bide." Ocalan têkildarî bûyera Lîceyê de jî wiha got: "Ji xwe bûyera Lîceyê li holê ye. Hûn ji me baştir dizanin. Rastî li holê ne. Heke hûn rastiyan binivîsîn dê gelek erenî be."
Mehmet Ocalan herî dawî di 12'ê Hezîranê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî herî dawî di 18'ê Sibatê de hevdîtinê pêk anîbû.