Macarîstan li dijî penaberan sînorê Sirbistanê digire

Macarîstan ku yek ji welatên YE’yê yê herî zêde penaber lê hene, xwe amade dike ku sînorên Sirbistanê bi têlan bigire.

Macarîstan ku yek ji welatên YE’yê yê herî zêde penaber lê hene, xwe amade dike ku sînorên Sirbistanê bi têlan bigire.

Wezîrê Karê Derve yê Macarîstanê Peter Szîjjarto, diyar kir ku hikûmetê ji bo ku sînorên Sirbistanê bên girtin ji Wezareta Karê Hundir amadekarî xwestiye. Szîjjarto di navbera civîna Desteya Wezîran de axivî û got penaber yek ji pirsgirêkên herî cidî yên Yekîtiya Ewropayê ne.

Szîjjarto got welatên Ewropa li dijî ketina penaberan di nava lêgerîneke çareseriya hevpar de ne û got: “Macarîstan welatê ku herî zêde di bin bandora pisgirêka penaberan de dimîne ye. Ji bo sînorê Sirbîstanê bê girtin me talîmat daye wezîrê Karê Hundir Sandor Pînter.”

Hikûmet plan dike ku sînorê 175 kîlomeçarçikê bi têlan bigire. Tê payîn k udi vê miajrê de wê di 1’ê Tîrmehê de bi hikûmeta Sirbistanê re civînek pêk bê.

Di 2014’an de bi tevahî 43 hezar serlêdanên îltîcayê ji bo Macarîstanê hatine kirin.  Tê gotin ku serlêdanên ji serê salê heta niha jî 53 hezarin.