Li Xormatoyê teqîn: 2 mirî 19 birîndar
Li Xormatoyê teqîn: 2 mirî 19 birîndar
Li Xormatoyê teqîn: 2 mirî 19 birîndar
Duh êvarê li qezaya Xormatoyê di encama êrîşeke xwekujî ya li dijî navendek ya Polîsan de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û piranî sivîl 19 kes jî birîndar bûn.
Duh êvarê li navçeya Xormato ya ser bi bajarê Kerkûkê ve li nêzîk bazarê di encama çalakiyekî xwekujî ya bi otomobîlek bombe barkirî de êrîşî ser navenda polîsan kirin. Di encamê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 19 kes jî ku ji vana 15 sivîlin birîndar bûn.
Piştî bûyerê kesên birîndar rakirin nexweş xaneyên derdor û hate ragehandin ku, ji kesên birîndar 3 kes giran birîndarin.