Li welatê asta xweşhaliyê lê bilind e, dema mijar penaber be.!

Li Swîsreyê ku weke welatê asta xweşhaliyê gelekî bilind e, dema mijar penaber be her tişt tê guhertin.

Li Swîsreyê ku weke welatê asta xweşhaliyê gelekî bilind e, dema mijar penaber be her tişt tê guhertin. Penaberiyên li kantona Aargaû ya Swîsreyê dimînin, ji ber ku cihê xwe lê bistirîne nîne, ji aliyê rêveberiya Kantonê ve li konên leşkerî hatin bicihkirin.

Swîsre ku navê wê timî bi asta xwe ya xweşhaliyê tê rojevê, dema mijar dibe penaber ev xweşhalî nayê dîtin. Li welatê ku muçeyê kêmtirîn herî kêm 3 hezar 800 frank e, ji penaberan re mehan 280 frank tê dayîn û li ser wan tê ferzkirin ku bi vê yekê debara xwe bikin. Di ser re, li Kantona Aargaû'yê ji ber ku cihê penaber lê bimînin nîne, neçarin li binê konên leşkerî bijîn.

Li Swîsreyê cara yekemîn e penaber li bajarên Aaraû, Bûcks û Vîllmergen ên Kantona Aargaû'yê li konên leşkerî hatin bicihkirin. Rêveberiya Kantonê bi hinceta ku li kampên penaberan cih nemaye, piştî ku serlêdana li Wezareta Parastinê hat qebûlkirin, li 3 navendên ser bi kantonê, ji dawiya meha Tîrmehê û pê ve konên leşkerî hatin vedan.

Kon bi alîkariya leşkeran hatin vedan û li van konan penaber tên bicihkirin. Vê rewşê li welêt deng veda. Di serî de şert û mercên tenduristiyê yên penaberên li van konan werin bicihirin, li ser gelek pirsgirêkên derkevin holê nîqaş tên kriin. Weke ANF em çûn cihê kon lê hatine vedan û me rewş di cih de şopand.

Tevî ku haya ti ji esnafên bajarê Aaraû ji cihên konên leşkerî lê hatine vedan nîne, hemû penaber dizanin li ku ye. Penaberê ji Somalî yê ku pênc meh in li Swîsreyê ye û ew bi xwe jî ev demeke kurt e li konê leşkerî dimîne, me dibe qada konan. Di heman demê de em pê re sohbetê dikin.

LI WELATÊ KU NANEK BI 3 FRANKAN E, JIYANA MEHEKÊ BI 280 FRANKAN

Penaber naxwaze navê xwe aşkera bike û tîne ziman ku li Swîsreyê mercên penaberiyê gelekî zehmet e. Penaber diyar kir ku ew bi xwe jî beriya demeke kurt ji aliyê Rêveberiya Kantonê ve li konên leşkerî hatiye bicihkirin. Penaberê ji Somalî destnîşan dike ku jiyana di nava van şert û mercan de, mîna dîsîplîna leşkerî gelekî zehmet e û dibêje, "Ji ber ku li kampan cih tinebû, ji me re hat gotin ku divê em li vir bijîn. Li van konên li pêş kampan hatin vedan, 8 an jî 9 kes bi hev re dimînin. Em pêwîstiyên xwe yên xwarin û kincan, bi 59 frankên heftane ji me re tê dayîn, tedarik dikin. Saetên ketin û derketina ji vir diyar e. Ev der timî di bin kontrola hêzên ewlekariyê de ye. Cihê em jê şandin vê derê jî rewşa xwe ne cudayî vir bû. Em li odeyeke biçûk 8 kes bi hev re li ranzayên leşkerî dimînin. Li cihê em niha lê dimînin ji bo xwarin, kinc û qaşo jiyana civakî mehane bi giştî 280 frank tê dayîn. Kirîna kincan li aliyekî bi vî pereyî ez difikirim ku çawa karibim heta dawiya mehê xwe têr bikim."

HERÊMA EWLE

Her çend hatibe xwestin ku ev kamp li derveyî bajêr were çêkirin jî, ji ber ku cih nîne li nava taxekê hatiye çêkirin û dora wê bi textên bilind hatiye girtin. Li ser jî nivîsa "herêma ewle" hatiye nivîsandin û bi vî rengî ji derdorê hatiye îzolekirin. Li pêşiya kampê em li konên leşkerî rast tên.

XWEŞHALÎ JI BO KÊ?

Dema em bi penaberên li binê van konên leşkerî dijîn re sohbet dikin, derdikeve holê ku xweşhaliya timî bi navê Swîsreyê tê bilêvkirin, ne ji bo penaberan, bi tenê jib o welatiyên vî welatî ye.

Konên leşkerî yên li ber kampên penaberan hatine vedan, dîmenekî bûyerên piştî 2. Şerê Cîhanê nîşan dide. Vegotinên penaberan jî nîşan dide ku rewş ji hingî ne cuda ye. Li binê her konî 10 penaber hatine bicihirin. Penaber bi pereyekî gelekî kêm hewl didin debara xwe bikin. Li vê kampa ku malbat û mirovên nezewicî ji hev hatine cudakirin, li gorî vegotinan gelek caran nexweşî xwe didin der. Yek ji pirsgirêkên penaberên li kampê jî serma ye û bi fikar in ku di van şert û mercan de bikevin zivistanê.

Rêveberiya Kantonê daye xuyakirin ku ji ber li kampan cih nîne wan serî li rewşeke bi vî rengî daye û Wezareta Parastinê jî ji dawiya meha Tîrmehê heta 180 rojan ev kon daye wan. Piştî ev dem tijî bibe, ne diyare ku wê penaberên li vê derê çi bikin û li rewşeke çawa rast bên.

...