Li Wargeha Ş. Rûstem 27’ê Mijdarê bicoş hate pîroz kirin

Li Wargeha Ş. Rûstem 27’ê Mijdarê bicoş hate pîroz kirin

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi beşdariya hezaran xelkê wargehê û herêmên derdorê bicoşek mezin 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê hate pîroz kirin.

Îro di demjimêr 13:00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Wargehê biboneya 35’mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) şahiyek ya pîrozbahiyê hate li darxistin.

Şahiyê pîrozbahiyê destpêkê bi deqîqeyek rêzgirtinê li ser giyanê hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane hate destpêkirin. Qada şahiyê li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, KCK û PÇDK’ê hatin xemildan. Her wiha wêneyên kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê ên ji Wargehê jî bi dikê ve hate daliqandin. Di şahiyê de bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Em şoreşa Rojava” silav dikin hatîn qîrin.

Endamê Meclisa Gel ya Demokratîk ya Wargehê Ferhad Mêrdîn li ser pêvajoyê û girîngiya rojê axivî û axaftina xwe bi pîroz kirina 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê destpêkir û got: “Ez destpêkê roja vejînê 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, tevayî gelê Kurd û mêhvanên amade pîroz dikim. Ez bejna xwe li hemberî şehîdên têkoşîna azadiyê ên em anîne rojê jî ditewînim. Ev fikir û îdeolojiya ji 22 kesan destpêkir û giha vê astê. Ji her kesê zêdetir Kurd azadiyê heq dikin. Bi vê boneyê; em hemû gelê Kurd vedixwînin yeketî û biratiyê. Em tenê dikarîn bi yeketiyê bigehin azadiyê. Pêwîste em vê firsendê baş bikar bînin.”

Mêrdîn balkişande ser Rojavayê Kurdistanê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Îro em dibînin li Rojavayê Kurdistanê firsendek mezin a dîrokî bi dest ketiye, pêwîste em vê firsendê winda nekin û baş bikar bînin. Xwedî lê derbikevin.”

Piştî axaftina Ferhat Mêrdîn, şahiyê bi koro, folklor, komên navend û penaber, her wiha şano û sînevîzyona li ser dîroka PKK’ê berdewam kir. Di şahiyê de Hunermend Cahîd Merwanî, Hunermend Nurcan û Hunermend Weysî derketin ser dikê. Van hunermendan kêliyên xweş dan jiyan kirin û girseyê jî li ber stranan govend gerandin.

Şahiya pîrozbahiyê bi slogan û govendê bidawî bû.