Li Wanê filma Vîzontele bû rastî

Li Wanê filma Vîzontele bû rastî

Li Wanê piştî ziyana mezin a erdhêjê, Şanoya Dewletê xebatên xwe di kon de dide meşandin, bi hêceta Pirtûkxaneyê Gel ziyanek mezin dîtiye pirtûkxane hat valekirin, ji ber vê yekê ta niha li cihekê ne hatiye bi cih kirin, Wan bê pirûkxane maye û  mudûr û xebatkarên wê jî li derve mane.

Piştî erdhêja di 23’ê Cotmehê û 9’ê Mijdarê li Wanê pêkhatî de avahiya Şanoya Dewletê û Pirtûkxaneya Gel ziyan dît. Di destpêkê de Şanoya Dewletê biryar da ku koç ne be lê pişt re pûşman bûn. Şanoya Dewletê xebatên xwe li kon de dide maşandin, ji ber ku avahiya Muzeya Wanê ziyan dîtiye 2 sale girtiye.

Herî dawiyê Pirtûkxaneya Gel ya ku ziyanek mezin dîtî, lê disan xebatên xwe dida meşandin, bi fermana Walî Pirtûkxane hat girtin. Bi deh hezaran pirtûk di refikan de sekînî, lê ta niha Waliyê Wanê û Navenda Çandê biryar nedaya ka wê pirtûkxaneyê bibin li kuderê. Bi deh hazaran pirtûk û xebatkarên wê bê cih man.

Pirtûkxaneya ku pêşiya wê  bi bandên  emniyetê hatîn pêçan tu kes nikare  nêz bibe. Bi girtina wê pirtûkxaneyê re bajarê Wanê a bûyî xwedî statuya bajarê mezin bê pirtûkxane ma. Ango li Wanê milyonek kes bê pirtûkxane man.

Di derbarê mijarê de rayedarên  ku me xwestin li gel wan hevdîtinê bikîn tu agahî ji me re ne gotin.