Li Wanê çalakiya rûniştinê

Li Wanê çalakiya rûniştinê

Rêxistina BDP'ê ya Wanê di çarçoveya kampanya Navenda Giştî ya BDP'ê ya "HUkûmet gavan bavêje" de çalakiya rûniştinê pêk anî. 

Navenda Giştî ya BDP'ê ji bo hukûmet daxwazên Kurdan bibersivîne û pêvajoya çareseriyê pêş bikeve kampanya "Hukûmet Gavan bavêje" dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanya "Hukûmet gavan bavêje" de Rêxistina BDP'ê ya Wanê ji avahiya BDPê heta Parka Feqiyê Teyran meş pêk anî. 

Bi sedan kesên ku tevlî çalakiyê bûn, alên kesk, sor û zer vekirin û pankarta "Hukûmet gavan bavêje" rakirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî serok Apo" û "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" berz kirin. Di meşê de polîsan dor li girseyê girtin  Girsê li Parka Feqiyê Teyran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê rakir û pankartên bi nivîsa "Şerê siyasî, şerê lixwedîderketina welatparêzî û xwedîderketina axê ye", "An aştiyek bi rûmet an jî berxwedanek bi heybet", "Ji Girtiyên nexweş re azadî", "Tecrîdê rakin û mirinê rawestînin", "Hukûmet gavan bavêje" vekirin û xalên pakêta BDP'ê ya ji 10 xalên çareseriyê ku pêşkêşî meclisê kiribûn daliqandin. 

Di çalakiyê de nûnerên TUYAD-DER, MEYA-DER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, endamên meclisa şaredariyê HDP, KCD, KURDÎ-DER, BDP Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmi Gur, Şaredarê wanê Bekîr Kaya jî di navde bi sedan kes amade bûn. 

Serokê BDP'a Wanê Musa Îtah, diyar kir ku gelê kurd û HPG'ê ji bo çareseriyê gava destpêkê avêtiye û êdî dor a hikûmeta AKP'ê ye. 

Piştî axaftinan girsê dîsa bê navber dirûşmên "Bijî serok Apo" berz kirin û çalakiya rûniştinê ya 5 saetan dan destpêkirin. Polîsan li parkê xwestin posterê Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan daxin, lê girseyê destûr neda û polîs bi şûnde vekişiyan.