Li Wanê 6 zarok hatin binçavkirin

Li Wanê 6 zarok hatin binçavkirin

Li Wanê bi sedan endamên YDG-H û YDG-K ku destdirêjiya li dijî jina 19 salî N.F. ku piştre dawî li jiyana xwe anî û biryara Danîmarka ya der barê televîzyonên Kurdan de şermezar kirin, rastî destwedana polîsan hatin. Di destwerdana polîsan de 6 zarok hatin binçavkirin. 

Li taxa Xaçortê ya Wanê bi sedan ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşer (YDG-H) û endamên Yekîneya Jinên Welatparêz û Şoreşger (YDG-K) bi meşek girseyî destavêtina li dijî N.F ku bûyer li Midyada Mêrdîn pêk hat û biryara Damînarka ya betalkirina lisansa ROJ TV, Nuçe TV ve MMC'ê şermezar kirin. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmên "Tirsa TC'ê Artêşa YDG-H'ê ye", "Dewleta tecawizkar ji Kurdistanê biceheme" û "YDG-H dê dawî li destavêtin û destdirêjiyê bîne", "Bijî Serok Apo" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. 

Ciwan ji Xaçortê heta kolana Surmeliye meşiyan û kamerayên mobese bi keviran şikandin. Piştî meşa ciwanan nêzî 10 maşînê zirxî ketin nava ciwanan û ciwan belav kirin. Ciwanan jî bi molotofkokteyl, fîşekîn havayî û keviran bersiv dan polîsan. Piştî bûyerê polîsan 6 zarok binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan. Piştre bi sedan endamên YDG-H û YDG-K'ê yên ku cilên sor li wan û rûpoş bi polîsan re ketin nava pevçûnê. Şer bi saetan dewam kir.