Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin

Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin

Li Wanê, di serdegirtina malan de yek jê zarok 3 kes hatin binçavkirin.

Li taxên Xaçort, Yenîmahale û Karşiyakayê yên Wanê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de O.A. (16), Vedat Gur (18) û Zekî Duman (20) hatin binçavkirin. Di serdagirtinan de polîsan li malan lêgerîna dijwar kirin. Jina bi navê Reyhan Abî diyar kir ku serdagirtina nîva şevê pêk hat li dijî aştiyê pêk hat û got: "Nêzîkahiya Erdogan li hemberî aştî û çareseriyê ji serdagirtin û girtinan wêdatir nîn e."

Jina bi navê Fatma Gur jî diyar kir li malê lêgerînekî dijwar kirin û wiha got: "Serê sibê hatin mala me. Dema hatin em raketîbûn. Destûr nedan em kincên xwe li xwe bikin. Bi hinceta zarokên min tevlî çalakiyan dibe û di kolanan digere binçavkirin. Mala me tevlî hev kirin."

Hate zanîn ku 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.