Li Wanê 2 kes hatin girtin

Li Wanê 2 kes hatin girtin

Li Wanê, ji sê kesên roja 3'ê Tîrmehê di serdegirtinên malan ên li taxên Hacibekîr, Yenîmahalle Û Karşiyakayê de hatin binçavkirin, 2 jê hatin girtin.

Li Wanê, ji sê kesên roja 3'ê Tîrmehê di serdegirtinên malan ên li taxên Hacibekîr, Yenîmahalle Û Karşiyakayê de hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê Vedat Gur (18) û Zekî Dûman (20) hatin girtin. Herdu ciwanên bi îddîaya tevlî xwepêşandanên li kolanan bûne hatin girtin, li girtîgeha Tîpa F ya Wanê hatin bicihkirin. Ji binçavkiriyan O.A. (16) jî hat berdan.