Li Ûrmiyê 2 kasibkarên Kurd ji ber serma berfê jiyana xwe ji dest dan

Li Ûrmiyê 2 kasibkarên Kurd ji ber serma berfê jiyana xwe ji dest dan

Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Ûrmiyê, 2 kasibkarên Kurd ji ber serma berfê qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Rewşa tenduristiyê ya 2 kasibkarên din jî giran e.

Li gorî agahiyên malpera kurdistanmedia, di 27’ê Mijdarê de 2 kasibkarên (qaçaxçî) Kurd ên bi navê Ferheng Fetahî kurê Nayîb û Yasir Ensarînijad yê kurê Siracedîn, yên ji  gundê Xanegê ya ser bi herêma Tirgewera bajarê Urmiyê, ji ber sermaya befrê jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku di heman demê de 2 kasibkarên Kurd ên bi navê Semed Fetahî û Şerefet Esxerî jî birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan, ji kasibkarên jiyana xwe ji dest dane Ferheng Fatehî, berî du rojan gustîlka zewacê kirî bû tiliya û ji ber rewşa xirab a aboriyê neçar maye vî karê balhilgirtinê bike.

Hat destnîşan kirin ku cenazeyê 2 kasibkarên ku jiyana xwe ji destdane li gundê Xanegê hatine veşartin.

Li gorî çavkaniyan ji meha Cotmehê ve 13 kasibkarên Kurd li ser rêyên kar jiyana xwe ji dest dane.