Li Til Temirê pevçûn: 10 çekdar hatin kuştin
Li Til Temirê pevçûn: 10 çekdar hatin kuştin
Li Til Temirê pevçûn: 10 çekdar hatin kuştin
Li bajarokê Til Temir komên çekdar êrîşî dewriyeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir. Di encama bersivdaa şervanên YPG’ê de pevçûn bi dijwarî rû dan. Di encama pevçûnan de ji 10 zêdetir kuştiyên komên çekdar çêbûn. her wiha şervanekî YPG’ jiyana xwe ji dest da.
Komên çekdar ku ev demeke li Bjarokê Til Temir ê welatiyên ku diçin karê xwe dişelînin, bendê Kontrolê li ser riyan çêdikin û welatiyan asteng dikin. Li ser daxwaza şêniyên Til Temirê Dewriyeyên YPG’ê derdiketin.
Komên çekdar ku di satên nîvro de li beranberî Gundê Ên Elebid êrîşî dewriya YPG’ ê kiribûn û di encama bersivdayina YPG’ê de pevçûn derketin. Koma çekdar ku kuştiyên wan çêbûn neçar man ku ji herêmê dûr bikevin û YPG’ê Ên Elebid kir bin kontorla xwe de.
Komên çekdar saetên êvarê careke din êrîşî dewriya YPG’ ê ya li herêmê kirin û di encama bersivdayina şervanên YPG’ê pevçûn di navbera komên çekdar û YPG’ê de rû da.
Pevçûnên li gundên Micêbra û Ib El-Naga bi dijwarê rû dan. Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku di pevçûnan de ji 10 zêdetir kuştiyên komên çekdar çêbûne, her wiha şervanekî YPG’ê jiyan xwe jidest da. Pevçûn hîn didomin.