Li Til Temir YPG'ê pêngava sêyemîn a 'operasyona şoreşgerî' da destpêkirin

Li Til Temir YPG'ê pêngava sêyemîn a 'operasyona şoreşgerî' da destpêkirin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya "Operasyona Şoreşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re" de li gundên rojavayê bajarê Til Temir pêngava sêyemîn da destpêkirin. Di operasyona ku îro destpê kir de, heta niha 2 gund ji komên çete hatine rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin, di çarçoveya "Operasyona Şoreşgerî" ku herêma Serêkaniyê li dijî komên çete hatibû destpêkirin û di 2 pêngavên destpêkê de 2 bajarok û nêzî 40 gund-mezra hatibûn rizgarkirin de, pêngava 3'yemîn hate destpêkirin.

Çavkaniyên YPG'ê destnîşan kirin ku pêngava sêyemîn li gundên rojavayê Til Temir îro hatiye destpêkirin. Di operasyona ku dom dike de heta niha gundên Mixêbiş û Til Şamîran ên dikevin rojavayê Til Temir ji komên çete yên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Operasyona li herêmê didome.