Li Til Koçer yekemcar nimêja Înê bi azadî hat kirin

Li Til Koçer yekemcar nimêja Înê bi azadî hat kirin

Piştî rizgarkirina bajarê Til Koçer duh yekemîn nimêja Înê ya azad hate kirin.

Bajarê Til Koçer, roja 26`ê Cotmehê di çarçoveya “Operasiyona Tolhildana Şehîdên Çilaxe û Tirbespiyê” ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ji komên çeteyan hate rizgar kirin. YPG`ê piştî ku bajar ji teqemenî û mayinan paqij kir, bang li welatiyan kir ku vegerin malên xwe. Welatiyên ku vegeriyan duh cara yekemîn piştî rizgarkirina bajêr nimêja Îna azad kirin.

Di nimêja Înê de, şandeya meclisa Gel a Girkêlegê û şandeya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî beşdar bûn. Nimêj li mizgefta Sedîq a bajêr hate kirin. Meleyê Camiyê Salih El-Salim xutbeya bi navê "Zilm û Teror" xwend. Mele di xutbeya xwe de diyar kir ku di ola Îslamê de tu cudahî di navbera gelan de tuneye û diyar kir Îslam biratiya umetê esas digre. Mele Salih El Salim bal kişand ser têkiliyên biratî û jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê û diyar kir ku gelê herêmê birayên hevin.