Li Tendurekê 'Konê Çareseriyê' tê vedan
Li Tendurekê 'Konê Çareseriyê' tê vedan
Li Tendurekê 'Konê Çareseriyê' tê vedan
Li çiyayê Tendurekê wê konê çareseriyê bê vedan.
Wê bi armanca şopandina meşa demokratik a gerîlayên HPG' ê li navçeya Giyadina Agiriyê li çiyayê Tendurekê "Konê Çareseriyê" were vedan. Der barê vekirina Kon de Serokê Bajarê Agiriyê Halef Keklik agahî dan û got: "Emê sibê saet 11.00 an de li ber derê avahiya rêxistina BDP'ê ya Agiriyê kom bibin. Bi vedana kon re emê êrişa leşkerên Tirk a li Licê şermezar bikin."
Piştî daxuyaniyê Keklik der barê meşa 'hukûmet gavê biavêje' agahî hat dayîn û hat got: " Wê di heman rojê de saet 13.00'an de li ber derê avahiya rêxistana BDP'ê meş were lidarxistin. Her wiha wê seet 16.00'an li navçeya Giyadinê li quntara Çiyayê Tendurekê 'Konê Çareseriyê' were vedan. Ji bona vê ji em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiya konê çareseriyê. Heta hukûmet ji rêya xwe ya şaş vegere, emê çalakiyên xwe yên demokrasiyê dewam bikin.
Her wiha Keklik banga tevlibûnê ji bo Konê Çareseriyê li Çiyayê Tendurekê bê vedan kir û got: "Ji bo ku pêvajoya çareseriya demokratîk bi pêş ve biçe, em dixwazin ji nêz de bişopînin".