Li Strasbourgê çalakiya edaletê

Li Strasbourgê çalakiya edaletê

Ji bo siyasetmedarên Kurd Sakînê Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şayleme ên li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, li bajarê Strasbourgê çalakiyek hat lidarxistin.

Bi pêşeniya Meclîsa Gel û Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Strasbourgê hejmareke zêde Kurdistanî li Meydaan Kleber ya bajêr hatin cem hev û çalakiya rûniştinê ya bêdeng lidar xistin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku di ser komkujiyê re 137 roj derbas bûne û xwestin kujer bên eşkerekirin.

Di çalakiya rûniştinê ya wêneyên siyasetmedarên Kurd ên jin hat hilgirtin de, Hasan Perî axaftinek kir û destnîşan kir ku eger welatên Ewrûpî dixwazin tevlî pêvajoya aştiyê ya li Kurdistanê bibin, divê vê komkujiyê ronî bikin.

Çalakiya rûniştinê bi xwendina belavoka bi sernavê "Em edaletê dixwazin" a bi zimanê Fransî, bi dawî bû.