Li Şirnexê hilbijartinên pêşîn yên BDP’ê bi dawî bûn

Li Şirnexê hilbijartinên pêşîn yên BDP’ê bi dawî bûn

Hilbijatinên pêşîn yên ku ji aliyê BDP’ê ve li Şirnexê ji  bo diyar kirina namzetê serokatiya şaredariyê pêk anî Parêzer Serhat Kadirhan bû yekem.

BDP ji bo ku di hilbijatinên herêmî yên 2014’ê serokê şaredariya Şirnexê diyar bike, hilbijartina pêşîn ya ku kirî bi dawî bû.

Di hilbijartina ku di tevaya rojê de 505 delegeyî dengên xwe bi kar anîn Parêzer Serhat Kadirhan yekem hat hilbijartin. Di tevaya pêvajoya hilbijartinan de pêşiya avahiya şaredariyê ya ku hilbijartin lê hatin kirin yek deqeyê jî vale ne bû. Tê payin ku di rojên pêş de girêdayî encamên hilbijartina daxuyaniya fermî bê dayin.