Li Sine û Rewanserê 8 welatiyên Kurd hatin binçavkirin
Li Sine û Rewanserê 8 welatiyên Kurd hatin binçavkirin
Li Sine û Rewanserê 8 welatiyên Kurd hatin binçavkirin
Hêzên îttlatî yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarên Sine û Rewanserê 8 welatiyên Kurd binçav kirinç
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya Kurdpayê belav kirî, roja Çarşemê yanî 1’ê Gulanê hêzên Îttlatî ya Komara Îslamî ya Îranê ji ber sedemekî nediyar 3 welatiyên Kurd yên bajarê Rewanserê binçavkirin û nayê zanîn birine kuderê. Ji sê kesên hatine binçavkirin navê du kesan wiha ye; Adil Muradî (27), Neman Menûçêhrî û navê kesê sêyem jî nehate zanîn.
Her wiha di heman rojê ango Çarşemê de hêzên rejima Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Sineyê 5 welatiyên Kurd binçavkirin. Ji kurdên hatine binçavkirin û tê gotin yek ji wana jine navê 4 kesan wiha ye: “Ferdîn Qadirî, Aram Zendî, Şapûr Husênî û Celîl Mihemedî.”
Hate ragihandin ku, ji van binçavkiriyan yek piştre ji aliyê hêzên Îttlatê ve serbest hatiye berdan.