Li Sîlopiyê yek jê zarok 5 kes hatin girtin

Li Sîlopiyê yek jê zarok 5 kes hatin girtin

Li Navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê yek jê zarok 5 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, hatin girtin.
Li Navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê 2 roj berê tîmên taybet û polîsên sivîl bi ser gelek malan de girtibûn. Polîs û tîman di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Mehmet Behem (25), Îbrahim Belge (24), Mehmet Boguş (20), Fettah Bayar (25) û K.S. (13), binçav kiribûn û biribûn midûriyeta polîsan. Yek jê zarok 5 kesên ku sewqi dozgeriyê hatin kirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Heyeta dadgehê jî piştî îfadeya 5 kesan guhdar kir, bi îdîaya "Li dijî xala 2911'an a meş û xwepêşandanê derketine" biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê.