Li Silopiyê pevçûna ciwan û polîsan
Li Silopiyê pevçûna ciwan û polîsan
Li Silopiyê pevçûna ciwan û polîsan
Li navçeya Şirnex Silopiyê, bîranîna gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) li destwerdana polîsan rast hat. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de li nava kolanên navçeyê dewam dikin.
Li navçeya Şirnex Silopiyê, bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) û Navenda Çandê ya Laleş, bi armanca bîranîna gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi sedan kes li taxa Başakê hatin cem hev. Lê belê girseya gel li destwerdana polîsan rast hat. Polîsên Tirk bêyî hişyariyekê bidin, bi bombeya gazê û ava şid êrişî girseyê kirin.
Êrişa polîsên Tirk, li êrişa bi keviran a ciwanan rast hat. Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de li nava kolanan dewam dikin. Şêniyên navçeyê jî li malên xwe û li ser şaneşînê bi dirûşman êrişa polîsan şermezar dikin.