Li Silêmaniyê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li Silêmaniyê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li Silêmaniyê 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi coşek mezin bi beşdarbûna xelkê Silêmaniyê hat pîrozkirin.

Li hola Lale Zara bajarê Silêmaniyê, 35’emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi organîzasyona Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bi rêzgirtina ji bo cangoriyên şoreşa azadiyê dest pê kir. Xebat Hewlêrî li ser navê Koma Civakên Kurdistanê(KCK’)ê di heman demê Mele Nadir, Wehab Abdullah endamê Desteya Rêveber a (PÇDK) û endama RJAK’ê Çînur Pênçewînî di pîrozbahiyê de axivîn. Di pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê de Endamê Konseya KCK’ê Xebat Hewlêrî got: “Em di serî de salvegera damezrandina PKK’ê li mîmarê damezrandina PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan,tevahiya milîtanên tevgerê, şehîdên nemir, gelê kurd û mêvanên amade pîroz dikin. Eger gelê kurd di roja îro de xwedî destkeftiyên mezin e ew jî bi saya tevgera zadiyê a PKK’ê çêbûye ji lewma pêwîst e hemû kes di roja îro de bi şêweyek rast xwedî li vê berhemê derkeve”.

Di pîrozbahiyê de Mele Nadir di serî de 35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , gelê kurd û mêvanan pîroz kir û bal kişand ser xala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  kurd di kîjan şert û mercan de dest bi têkoşînê kiriye û ev têkoşîn di roja me ya îro de di kîjan astê de ye û wiha dewam kir, “Rêberê Gelê Kurd di destpêkirina xwe ya şoreşa azadiyê de pir nirx afirandine, her wiha bi şêweyek rast û zanisteke misoger xelk perwerde kiriye.”

Endamê PÇDK’ê Wehab Abdullah ku di pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê de axifî û got: “Em weke Partiya Çareseriya Demokratîk salvegera damezirandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo, gelê kurd û mêvanê ku amade ne pîroz dikin. Rêber Apo ji bo civakeke azad, wekhev û bi wate xebateke pir kûr û dîrokî daye meşandin. Lewma pêwîst e di roja me ya îro de her kurdek li her qadeke jiyanê de xwedî li vê têkoşînê derkeve.” Endama Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK)’ê Çînur Pêncewînî jî got,“Rêber Apo tenê ew kes e ku di dîrokê de û heta niha xwedî li jin derketiye û her tim têkoşîn di asta lûtkeyê de ji bo azadikirina jin ji pergala desthilatdariyê daye.” Pêncewînî anî ziman ku di roja me ya îro de jin li her qadeke jiyanê cihê xwe di pêşengiya şoreşê de digire û ev bi saya Rêberê PKK’ê Ocalan e. Ahenga salvegera damezrandina PKK’ê bi stranên hunermend Nahîde Hewramî, Kerîm Surçî ûKoma Tena û gerandina govendê bi dawî bû.