Li Silêmaniyê rejima Îranê hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê rejima Îranê hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê ji bo şermezarkirina darvekirina endamên PJAK’ê Hebîbûlah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî çalakî hate pêkanîn.

Endamên Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Hebîbûlah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî ji aliyê rejima Îranê ve di 26’ê Cotmehê de hatin darvekirin. Biboneya şermezarkirina darvekirinê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Peyam ji aliyê rêxistinên PJAK, malbatên siyasî yên zindanan, kongreya netewî, komeleya mafê mirovan a Ewrûpa, komela gencanî welatparêz, penaberên binarî Qendîl hat xwendin.

Li ser navê PJAK’ê Emer daxuyanî xwend û da diyar kirin ku, 2 endamên partiya wan ji aliyê  komara Îslam a Îranê ve di 26 Cotmehê hatine darvekirin. Emer got: “ Komara Îranê di van demên dawî de li beramberî gelê Kurd, taybet beramberî partiya me PJAK êrîşên xwe zêdetir kirine.”

Emer bal kişand ser ku, li rexmî rêxistina me agirbest îlan kiriye jî rejima Îranê qet êrîş û zextên xwe li ser gelê Kurd kêm nekirine. Wan wek PJAK hewilda bi awayek herî baş agirbest bimeşe, demokrasî pêk were, wek her car wan fedakari kiriye.

Di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurd hate kirin ku, li dijî êrîş û darvekirinên rejima Îranê bêdeng nemînin, her cihê ku lê ne pêwîste dengê xwe bilind bikin.

Çalakiya şermezarkirinê bisloganên “Şehîd namirin”, “PJAK tolhildan” bidawî bû.