Li Sêrtê meşa 'Hikumet Gavan Bavêje'

Li Sêrtê meşa 'Hikumet Gavan Bavêje'

Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê bi şîara "Hikûmet gavan bavêje" meşek girseyî pêk anî. Di meşê de Serokê BDP'a Sêrtê Mehmet Ata Înan diyar kir ku, piştî kurdan gavên çareseriyê avêt niha dor ya hikûmeta AKP'ê ye.

BDP'a Sêrtê bi şîara "Hikûmet Gavan bavêje" bi tevlîbûna rêveber, endam, nûner û xebatkarên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwariyan (TUHAD-DER), Komeleya Çand û Piştevanî û Alîkariya Bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirî a Mezopotamyayê (MEYA-DER), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Şaredarên BDP'ê yê Sêrt û navçeyan meş pêk anî.

Di meşa ku bi sedan kes amade bû de pankart û dowîzên "Ji Ocalan re azadî", "Bi avakirina Qereqol, HES û Bendav rawestin", "Ji metîngeriyê re na" "Her der Lîce, her der berxwedan" vekirin. Girseyê di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên KCK û PKK'ê meş pêk anî. Girseyê di meşê de xwest hikûmet gavan bavêje. Û siloganên "PKK gel e, gel li vir e" û "Biji serok Apo" berz kir. Girsê heta parka Orhan Dogan meş pêk anî. Piştî meşê Serokê BDP'a Sêrtê Mehmet Ata İnan, li vir daxuyanî da û xwest êdi hikûmet gavan bavêje.