Li ser sînor tevgera hewayî

Li ser sînor tevgera hewayî

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê tevgera helîkoteran bi hêz berdewam dike. Hate ragihandin ku, bi helîkopteran leşkeran dibin cihên stratejîk. Her wiha çêkirina qereqolan didome.

Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê serê sibê ber bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê ve tevgera helîkopteran a bi hêz destpê kir. Helîkopterên hatin navçeya Şemzînan piştî ji 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor û 3'yemîn Tabura Komando ya navçeyê leşker girtin ber bi 2'yemîn Tabura Piyade ya Rûbarokê, qereqolên Navberojan û Bêsosin ên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê re leşker birin. Li navçeyê tevgera helîkopteran berdewam dike. Hate ragihandin ku, helîkopter ji nokteyên stratejîk ên gundên Mawan, Navberojan, Îsya, Ketîne, Nahve, Gîranê, Rêzê, Kampa Çema û Bêjneyê re û gundên din ên derdorê re leşker birin.

Li aliyê din çêkirina qereqolên li sînor bi hêz û lezgîn berdewam dike. Xebatên qereqolan ji bo zû bi dawî bikin hejmara karkeran jî zêde kirin. Nokteyên lêgerînê yên li ser riya Rûbarokê ya ji 65 kîlometreyan pêk tê ji 12 derbazî 14 nokteyan kirin. Li van nokteyan lêgerînên keyfî pêk tên.