Li Şengalê 3 kes hatin kuştin

Li Şengalê 3 kes hatin kuştin

Li bajarokê Şengal ê Herêma Federal a Kurdistanê 3 welatî di malekê de hatin kuştin. Berî du rojan jî 3 şofêrên kurd ên Êzdî li Mûsilê ji aliyê çekdarên radîkal ve hatibûn kuştin. 

Di şeva 28’ê Mijdarê de li bajarokê Şengalê gûlle li mala welatiyê bi navê Mûrat Reşoslo hat reşandin. Di encama gulleyan de jinek û mêvanekî li mala wan hatin kuştin. Herwiha keçika malê jî bi giranî birîndar bû. Piştî keçik rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
Li gor agehdariyan piştî hêzên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê, kujer hatiye girtin. Lê hê jî nayê zanîn ku bûyer ji ber çi sedemê rûdaye.

Heman rojê 3 şofêrên otobûsên veguhestina xwendekarên zanîngeha Mûsilê yên Êzdî, li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên radîkal ve hatin kuştin.