Li Şengal û Şêxan ji bo azadiya Ocalan 40 hezar îmza hatin komkirin
Li Şengal û Şêxan ji bo azadiya Ocalan 40 hezar îmza hatin komkirin
Li Şengal û Şêxan ji bo azadiya Ocalan 40 hezar îmza hatin komkirin
Di çarçoveya kampanya îmzayan ya li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin de li Şengal û Şêxan 40 hezar îmze hatin komkirin.
Di çarçoveya kampanya îmzeyan ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tê armanc kirin li Iraq û Başûrê Kurdistanê yek milyon îmze bê komkirin, xebatên berhevkirina îmzeyan didome. Li navçeya Şengal ya girêdayî Musîl û navçeya Şêxan ya ser bi Dihokê ve ji aliyê Tevgera Demokratîk ya Êzidiyan ve (TEVDA) 6’ê Gulana 2013’an kampanya komkirina îmzeyan destpêkir.
Endamê TEVDA Hesen Mehmûd Heyder ku, rêveberiya Komîteya Kampanyayê ya Şengalê de cih digre têkildarî kampanyayê wiha got: “Jibo piştgirî dayîna kampanyaya yek milyon îmza ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê jibo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, me jî wek gelê Êzidî di bin rêveberiya TEVDA de li herêma Şengal û Şêxan (Êsivnê) kampanya 6’ê Gulanê daye destpêkirin. Li hemû gund û bajarokên devera Şengal û Şêxan îmza tên komkirin û heta niha eleqeya gel pir başe û em encamên wê jî digirin. Di nava 6 rojan de 40 hezar îmza hatine komkirin. Li Şengalê 35 hezar û li Şêxan jî 5 hezar îmza hatine komkirin.”
Kampanyaya ku li Şengal û Şêxan hatiye destpêkirin bi hemû germahiya xwe didome tê hêvikirin ku di nava demek nêzîk de hêjmarek mezin îmza werin komkirin.