Li Şemzînanê gora komî ya 3 gêrîlayan hate dîtin
Li Şemzînanê gora komî ya 3 gêrîlayan hate dîtin
Li Şemzînanê gora komî ya 3 gêrîlayan hate dîtin
Di navbera herêmên Bêgalte û Xepîştê yên ser bi Şemzînanê ve gorek komî ya aydê gêrîlayan hate dîtin. Gundiyên ku çûne pancar gora komî dîtin.
Gundiyên ku çûne pancar kom bikin, gorek komî ya tê gotin yên aydê gêrîlayên ARGK’ê ne dîtin. Tê diyarkirin ku, di gorê de hestiyên aydê 3 kesan hene.
Hate ragihandin ku, di gorê de hestiyên aydê sê kesan hene û bi cilên gêrîlayan hatine defin kirin, her wiha di nava wan cilan de bes kiloxê hestiyan maye. Kesê ku gora komî dît û bi makîneya xwe wêneyên wê kişandin got: “Beriya ku mirov bigehe herêma Xepîşte 20 metreyan aliyê çepê di nava keviran de me cilên aydê gêrîlayên PKK’ê û hestî dîtin. Ji ber sedema barîna baranê û demek dirêje veşartîne ax zeliqiye û gora komî derketiye ser rûyê erdê. Li ser wan kevir hebûn. Li ser cilan şopên xwînê hebûn. Şûtik û cilên gêrîlayan hêjan xirab nebibûn. Di nava cilan de kilox û perçeyên hestiyan hebûn. Cenazeyên ku tê texmîn kirin aydê 3 kesane, me serê wana bi axê veşart.”
Li herêma ku gora komî lê heyî li gorî vegotinên rûniştvanên herêmê di navbera salên 1990-1995’an de şerek dijwar dinavbera gêrîlayên ARGK’ê û leşkeran de derket.
Di sala 1994’an de jî 7 gêrîlayên ARGK’ê ji aliyê qereqol û cerdevanên Bêsosinê ve hatibûn binçavkirin û hatibû îdiakirin ku, piştî hatin bêçekirin ji aliyê cerdevan û leşkeran ve hatibûn înfaz kirin.