Li Semsûrê malên Elewiyan hat nîşankirin!

Li Semsûrê malên Elewiyan hat nîşankirin!

Li Taxa Nû ya Semsûrê 13 malên welatiyên Elewî û wesayîtêk hat nîşankirin û nîşan kirina malan welatî xistin nava tirs û fikaran.

Li Taxa Nû ya Semsûrê deriyê 13 malên welatiyên Elewî, wesayîtek û çiraya kolanê ji aliyên kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve bi pênûsan hat xizkirin. Deriyê malên welatiyên Elewî bi nîşaneya caran "x" hat xizkirin. Dema welatiyan ev rewş firqkirin bûyer ragihandin polîsan.

Di demek kurd de polîsên ku hatin cîhê bûyerê dest bi lêkolîn û lêgerînê kirin. Buyer di nava şêniyên taxê de bû sedema tirs û xofan. Midûrê Midûryeta Polîsan Fîkret Salmaner jî hat cîhê bûyerê û agahî girt. Salmaner diyar kir ku dê kiryaran di demek kurt de bigrin.

Di derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.