Li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê dewam dikin
Li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê dewam dikin
Li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê dewam dikin
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Efrînê û Dirbêsiyê bi munasebeta 35. salvegera damezirandina PKK'ê şahî û pêşbirkek lidar xist. Salvegera 35. a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li taxên Kurdan ên Şam û Helebê jî bi coş hate pîrozkirin.
Li taxên navçeyên Şera, Mabata û Raco yên Efrînê ciwan daketin kolanan û şahî lidarxistin. Ciwanan bê navber diruşmeyên "Bijî Serok APO", "Bijî PKK'ê" berz dikirin. Her wiha li bajarê Efrîn jî ciwan şahiyek lidarxist. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdn û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de salvegera damezirandina PKK'ê li hemû gelê kurd hate pîrozkirin. Şahî bi govend û stranên felklorî bi dawî bû.
Li Dirbêsiyê jî ciwan pêşbirka bazdanê lidarxistin. Pêşbirka beza 1 kîlometrî bi tevlîbûna Endamên Tevgera Ciwanên Şorşger, Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger û Konfedresyona Xwendekarên kurd ên Welatparêz lidarxistin.
Bi rasthatina 35. salvegera damezrandina PKK’ê li Heleb û Şamê pîrozbahî hatin lidarxistin. Pîrozbahiya li Şamê ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokrtîk (PYD) ve li Taxa Zorava hate lidarxistin. Di şahiyê de li ser navê TEV-DEM, PYD, Yekîtiya Star û Dîwana Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê axaftin hatin kirin û salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin.
Şahî bi stran û govendên Koma Serhed bidawî bû.
Li taxa Şêxmeqsûd Şerqî ya Helebê jî bi heman mebestê TEV-DEM û PYD’ê civîneke hevbeş lidar xist. Di civîna ku bi dehan welatiyên taxê yên Kurd û Ereb beşdar bûn de endamê rêveberiya TEV-DEM’ê Îbrahîm Ehmed der barê dîroka PKK’ê de axivî. Ehmed her wiha Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê jî bibîr anîn.