Li Rojava nîqaşên ji bo Cenevreyê û rêveberiya demî gur dibin
Li Rojava nîqaşên ji bo Cenevreyê û rêveberiya demî gur dibin
Li Rojava nîqaşên ji bo Cenevreyê û rêveberiya demî gur dibin
Komîteya Peywendiyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di çarçoveya xebatên civîna Cenevre-2 û rêveberiya demî de bi Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyê re civîn pêk anî.
Civîn li Navenda Rêveberiya Peywendiyên Dîplomatîk hate lidarxistin û endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, endamên Komîteya Peywendiyên Dîplomatîk Hekem Xelo, Ebdulkerîm Omer û Tala Şexmûs, Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Suriyê Salih Gedo endamê mekteba siyasî ya Partiya Çep Imran Sehid, endamên komîta navendî Cengîdar Mihemed û Fewaz Kano tevlî bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, li ser amedekariyên kurdan ên ji bo civîna Cenevre-2 û rêveberiya demî nîqaş hatin meşandin. Hate destnîşankirin ku beşdarên civînê li ser mijarên ku kurd serbixwe tevlî Cenevreyê bibin û rêveberiya demî xurtir bikin li hev kirine.