Li Rojava Çekdar Amed hate bibîr anîn

Li Rojava Çekdar Amed hate bibîr anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Girkê Legê, Heleh, Koban, Dêrik û Minbicê bi armanca bîranîna endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Çekdar Amed ku salek beriya niha li Efrîn ji aliyê komên çekdar ên girêdayî bi hêzên derver hate revandin û piştî îşkencê ew qetil kirin, gelek çalakî lidarxistin.

Ciwana di çalakiyên xwe yên renga reng de, hêrsa xwe li dijî komên çekdar nîşan dan û soz dan ku ciwanên Kurd dê li ser riya berxwedana Çekdar Amed heta azadiyê bimeşe.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê legê bi armanca bîranîna Çekdar Amed, meş hate lidarxistin. Meşa ciwana ji meydana Şehîd Xebat Dêrik destpê kir. Meşvanên ku posterên Çekdar Amade hilgirtbûn, bê navber siloganên piştgriya bi YPG᾿ê û şermezarkirina îxanetê qîr kirin. Her wiha di meşê de pankartên li ser nivîsîbûn ‘Desteya Bilind a Kurd vîn û îradeya Gelê Kurde’ vekirin.

Meş li meydana Sûka bajêr rawestiya û li vir endamê rêveger ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Engîn Şingalî axivî û da zanîn ku, Çekdar Amed cangoriyê azadiya gelê Kurde. Şingalî destnîşan kir ku, “Dê îxanet bi ser nekeve û herî dawî îradeya azadî xwaz ya gelê Kurd dê biser bikeve.”

Di dawiya axaftina xwe de Şingalî da zanîn ku, ciwanên Kurd dê heta dawî hêzên Asayîşê, YPG û Desteya Bilind a Kurd biparêzin.

DÊRIK

Bi heman boneyê Tevgera Ciwanên Şoreşger li gundê Siweydiya Foqanî ya herêma Koçerat a Dêrikê navenda xwe  bi beşdariya dehan ciwan vekir. Merasima vekirinê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dîlan Amûde axivî û diyarkir ku, gelê Kurd dê bi ciwanê xwe bi serbikeve. Amûdê destnîşan kir ku, hin hêz di nava hewldana de ne da ku ciwanên Kurd bînin prvokasyonê û tevlîheviyê di herêmê de derbixin û got: “Bûyerên Amûdê nîşana herî ber biçave.”

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Agir Koçer axivî û da zanîn ku, vekirina navenda ciwana di bîranîna Çekdar de tê wateya xwedî derketina li Çekdar û vala derxistina planên qirêj ku li dijî gelê Kurd têne kirin.

HELEB

Li Bajarê Heleb jî bi heman armana li navenda Ciwanên Şoreşger civîna ciwanan hate lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna sedan ciwan bi rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Egîd Qendîl axivî û Çekdar Amed bibîr anî. Qendîl diyar kir ku, di encama berxwedana ciwana de îro gelê Kurd planên çete û plangeran vala derdixin û soz da ku, ew dê heta dawî li ser riya Çekdar Amed bimeşin.

Piştî axaftin bi dawî bû sînevîzyon li ser jiyana Çekdar Amed hate pêşkêşkirin.

MINBIC

Li Minbic jî bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger civînek lidar xist. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Fîras Efrînî axivî û bal kişan ser girîngiya şahadetê û da zanîn ew dê heta dawî li ser riya şehîdan bimeşin. Efrînî di axaftina xwe de bang li ciwanên Kurd da ku li dijî planger û xayînan bê deng nemînin.

KOBANÊ

Li gundê Ewniyê ya Kobanê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger navenda fêrbûna Zimanê Kurdî li ser navê Çekdar Amed hate vekirin. Merasima vekirina bi beşdariya sedan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Gel a Kobanê Ehmed Dabo, Endamên SZK᾿ê  Aras Hisom Yekîtiya Mamosteyan li Rojavayê Kurdistanê Osman Mihemed axivîn, Çekdar Amed bibîranîn û bal kişand in ser rola ciwanan di nava tekoşîna azadiya gelê Kurd. Endama Ciwanên Şorşger Şeyma Ehmed helbestek li ser şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêşkêş kir.

Di merasimê de koma Perwîn a zarokan, koma tevgera ciwanên şoreşger stran, govend û şano pêşkêş kirin. Di dawiya merasimê de navenda ku navê Şehîd Hemze lê hate kirin hate vekirin.