Li Rihayê eşîreta Binî Îcîl derbazî BDP’ê bûn

Li Rihayê eşîreta Binî Îcîl derbazî BDP’ê bûn

Binî Îcîl ku yek ji eşîretên Erebên li Rihayê ye endamên wê derbazî BDP’ê bûn.

Li Rihayê hîna ji hilbijartinên herêmî re 4 meh mayîn BDP li gel Ereban civiya. Navçeyên Rihayê Akçakale û Harran ku bi giştî Erebin, endamên eşîreta Binî Îcîl ku hatin avahiya BDP’ê a Riha bûne endamên BDP’ê. Endamên malbatên ku ji gundên Til Şinan, gundê Sefer û ji gundên Derena Jorî hatin ku Hevseroka BDP’ê a Rihayê Leyla Akça ew girtin wiha got: “Em yekbûna li gel Erebên ku li Harranê pir giring dibînin.”

Akça ku diyar ki li navçeyê gihiştine asta dawî rêxistinbûnê wiha got: “Li Haranê di rojên pêş me de emê avahiya xwe a navçê vekîn. Di hilbijartinên herêmî de emê bi namzetên ku gelê me yê Ereb bi xwe hilbijêre bikevîn hilbijartinan.”

Fevzî Guneş ku forma endamtiyê dagirt diyar kir ku wan parastina gel di BDP’ê de dîtiye û wiha got: “Ji ber vê yekê me biryara siyaseta di nava BDP’ê de da. Em malbatekî ku li 27 gundên Haranê bi cih bûye pir mezinîn. Ez bangewaziya li hemû welatiyên Ereb ku tevlî BDP’ê bibin dikim. Bila bên ku em bi xwe li mafên xwe bigerîn.”

Ahmet Oglak diyar kir ku hemû demê kurd û Ereb bi hevre weke biran jiyane û BDP jî çatiya gihandina hemû gelan a biratiyê ye. Oglak ku got: “Di hilbijartinan de wê hemû kes dengê Ereban di BDP’ê de bibihîze.” Hasan Efe ku bi Erebî axivî wiha got: “Em hemû birane, BDP partiya edalet û gele. Ez dixwazim ku hemû Ereb li gel me bi cih bibin.”