Li Rihayê 3 ciwan hatin binçavkirin
Li Rihayê 3 ciwan hatin binçavkirin
Li Rihayê 3 ciwan hatin binçavkirin
Polîsan li dijî endamên Meclisa Ciwanan operasyon pêk anî. Di operasyonê de 3 endamên Meclisa Ciwanan a BDP'ê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di destê polîsan de lîste heye û li gelek kesan digerin.
Yekîneya Midûriyeta Polîsan a Rihayê li dijî endamên Meclisa Ciwanan a BDP'ê li taxên Şaîr Nabî, Yenîşehir û Bahçelievlerê ku ciwanên BDP'î dimînin, bi ser gelek malan de girtin. Polisan di serdegirtina malan a hemwext de 3 kes binçavkirin. Berdevkê Meclisa Ciwanan Hikmet Yaygin, Endamê Meclisa Ciwanan Leşker Akman û Endame Meclisa BDP'ê Kutbettin Saltan jî hatin binçavkirin. Polîsan li serdegirtina malan de gelek pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malzeme jî desteser kirin. Hat zanîn ku di destê polîsan de lîsteya 4 - 5 kesên din jî hebûn.
Endamê ciwanan Serhat Emen, anî ziman ku polîsan bi biryara Dozgerê Komarê yê Amedê bi ser malan de girtiye û 4 saetan li malan lêgerîn pêk anîye. Endamê ciwanan Hamza Ozer jî anî ziman ku Hikmet li cem wî binçavkirin û dema li parkê rûniştibûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîsan hevalê wî binçav kirin û birin.