Li Riha û Êlihê 2 kes hatin binçavkirin

Li Riha û Êlihê 2 kes hatin binçavkirin

Di serdagirina malan ya li Rihayê de Kadrî Budak hat binçavkirin. Li Êlihê ji endamê Meclisa Ciwanan ê BDP’ê Ziya Teter hat binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, endamê Mecisa Ciwanan ê BDP’a Êlihê Ziya Teter pêr bişev ji hêla polîsan ve hatiye binçavkirin. Teter ê ku li navenda bajêr ji hêla polîsan ve nasnameya wî hat qontrolkirin, hat binçavkirin û ew birin Midûryeta Polîsan a Êlihê. Lê sedema binçavkirina Teter nehat hînbûn.

Duh li taxa Devteştî ya li navçeya navendî ya Halîliya Rihayê jî di serdagirtina malan de welatiyê bi navê Kadîr Budak (34) hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Budak birine Midûryeta Polîsan a Rihayê.