Li Riha 3 ciwan bi sedema YDG-H hatin binçavkirin
Li Riha 3 ciwan bi sedema YDG-H hatin binçavkirin
Li Riha 3 ciwan bi sedema YDG-H hatin binçavkirin
3 ciwanên endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ku duh hatibûn binçavkirin bi îdîaya endamên Tevgera Ciwanan a Welatparêzên Şoreşger (YDG-H) ne hatin binçavkirin.
Duh li Riha Berdevkê Meclîsa Ciwanan a Riha a BDP'ê Hîkmet Yaygin, endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê Leşker Akman û Kutbettîn Saltan hatibûn binçavkirin. Parêzer Faruk Yaygin ê bi ciwanan re axivî diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna Dozgerê bi Erka Taybet û Qanûna Têkoşîna bi Terorê re hatine binçavkirin û biryara veşartîbûnê ya dosyayê heye. Yaygin da xuyakirin ku ciwan bi îdîaya "Endamên YDG-H'ê" ne hatine binçavkirin û wiha got, "Ji ber ji bo dosyayê biryara veşartîbûnê heye ez nizanim çi di dosyayê de heye. Ez texmîn dikim, piştî karûbarên li emniyetê wê sibe bibin Dozgeriya Amedê."