Li Qilabanê leşkeran bê ser û ber derdorê gulebaran kirin

Li Qilabanê leşkeran bê ser û ber derdorê gulebaran kirin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li bejahiya navçeya Qilaban a Şirnexê eraziyê kontrol dike û bi awayeke bê ser û ber derdorê gullebaran dike.  Her wiha HPG’ê da zanîn ku Heftenîn hate topbarankirin û artêşa Tirk li navçeya Golê ya Erdexanê dest bi operasyonê kiriye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG2ê got: “Roja 3’yê gulanê saet di navbera 21.00 û 23.00 li navçeya Qilaban a Şirnexê li derdora girê Wacib û Çete artêşa Tirk a dagirker eraziyê kontrol kirine û piştre herêmê bi awayeke bê ser û ber gulebaran kiriye.”

HPG’ê da zanîn ku Geliyê Konferansê ya li herêm Heftenînê ya di bin kontrola gerîlayan de ji aliyê artêşa Tirk ve bi obîs û hewanan hatiye topbarankirin û artêşa Tirk roja 27’ê nîsanê li devera Ş. Sîdar a navçeya Golê ya Erdexanê operasyonek daye destpêkirin.