Li Qilabanê avê da ser 30 malan
Li Qilabanê avê da ser 30 malan
Li Qilabanê avê da ser 30 malan
Li navçeya Qilabana Şirnexê di encama barana zêde de avê da ser 30 malan. Li navçeyê ji ber ku birûsk bi trafoyê jî ket ceyranê nadin navçeyê.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, ji ber barana zêde barî li taxa Yeşilyûvayê avê da ser 30 malan. Welatiyên ku hewil didin avê ji mala xwe derxînin, yekîneyên şaredariyê jî ketin tevgerê.
Li aliyê din jî, li bajarokê Hilal birûskê li trafoya ceyranê xist û ceyrana barajok û gundên derdor qut bû. Xebatên çêkirina trafoyê didomin, her wiha hêjan li bajarok û gundên derdor ceyran tune ye.