Li Qamişloyê 21 gerîlayên HPG’ê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 21 gerîlayên HPG’ê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 21 gerîlayên HPG’ê hatin bibîranîn
Saziya Malbatên Şehîdan ji bo 21 gerîlayên HPG’ê yên ku di dîrokê cuda, lê di meha nîsanê de jiyana xwe jidest dabûn, bernameya bîranînê lidar xist.
Merasim li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo bi beşdariya sedan kesî hate lidarxistin. Di merasima ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Qasim li ser geşedanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axivî û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hatiye xwendin.
Qasim li ser têkoşîna azadiyê jî rawestiya û got: “Rola şehîdan a di azadiya gelê Kurd de gelekî mezine. Em soz didin ku emê heta dawiyê li ser riya şehîdan bimeşin.”
Di merasimê de sicîlên 21 cangoriyên azadiyê ji aliyê malbatên wan ve hatin xwendin. Merasim bi sloganên, “Şehîd namirin” bidawî bû.