Li Qamişlo teqîn

Li Qamişlo teqîn

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li taxa El-Tey ya bajarê Qamişlo îro saet di 11.40'î de li dijî navenda artêşa gel (Cêş El-Şeebî) ya girêdayî rêjîma Baasê êrîşeke xwekujiyê pêk hatiye. Hate zanîn di encama teqîna maşinek bombebarkirî  de kuştî û birîndar hene, lê heta niha hejmar nediyare.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li taxa El-Tey ya bajarê Qamişlo îro saet di 11.40'î de li dijî navenda artêşa gel (Cêş El-Şeebî) ya girêdayî rêjîma Baasê êrîşeke xwekujiyê de maşinek bombebarkirî pêk hat. Hate zanîn maşina bombebarkirî li pêşiya navenda Cêş El-Şeebî hatiye teqandin. Tê diyar kirin encama teqînê  de kuştî û birîndar  hene, lê heta niha hejmar nediyare.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, ku kesekî maşinek bombebarkirî diajot û ka li ser barkiribû, li pêşiya navenda Cêş El-Şeebî ya girêdayî rêjîma Baasê xwe teqand. Çavkaniyên herêmî dane zanîn ku di encamê de kuştî û birîndar hene û lê heta niha hejmara wan nehatiye zanîn.

Teqîn li taxa El-Tey ya bajarê Qamişlo îro saet di 11.40'î de pêk hat de, navenda artêşa gelhate rûxandin û gelek ziyanên madî gihîşte xaniyên welatiyên taxê. Piştî ku teqîn pêk hat hêzên rêjîmê hemû rêyên herêma teqînê girtin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Navenda Cêş El-Şeebî girêdayî rêjîma Baasê ye, bi navê 'navenda rûgirtiyan' tê nas kirin. Kesên li vir dixebitin jî piştgiriya rêjîma Baasê bi pereyan dikin.