Li Pîrsusê ji bo 6 gerîlayên PKK'ê konê sersaxiyê hat vedan
Li Pîrsusê ji bo 6 gerîlayên PKK'ê konê sersaxiyê hat vedan
Li Pîrsusê ji bo 6 gerîlayên PKK'ê konê sersaxiyê hat vedan
Li gundê Kersanê yê Navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji bo 6 gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn mala sersaxiyê hat avakirin.
Rêxistina BDP'ê ya Rihayê û Pirsûsê ji bo 6 gerîlayên PKK'ê yên di navbera salên 1996 û 1997'an de jiyana xwe ji dest dabûn û navê wan nû hat aşkerekirin li Pirsûsê konê sersaxiyê vekir. Rêxistina BDP'ê li Gundê Kersanê ji bo gerîlayên PKK'ê Erdal Ceyran(Şêxo), Mehmet Salih Ceyran(Zınar), Celal Sezer(Dilbirîn), Metin Ceyran(Mahir), konê sersaxiyê vekir. Di konê sersaxiyê de rêveberên Meclisa BDP'ê MEYADER, DOKH, Dayikên Aştiyê, û gelek kesên din amade bûn.
Li mala sersaxiyê wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û 6 gerîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dabûn hat vekirin. Girsê di serdana kon de siloganên "Şehîd namırın" , "Bê Serok Jiyan nabe" , "Ey şehîd riya we riya me ye" û "PKK gele, gel li vir e" berz kirin. Girsê rêz girt û sirûda Çerxa Şoreşê xwendin.
Ji bo gerîlayên PKK'ê Bedrettin Kaya(Omer) û Mucahit Kaya(Baran Gap Fuat ) jî li Gundê Konakê yê pirsûsê konê sersaxiyê hat vedan û kon bi girseyî hat ziyaret kirin.