Li Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin

Li Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pirsûsê endamê meclisa şaredariya BDP’ê Muslim Halhalli jî hate binçavkirin.

Piştî ku Alîkarê Şaredarê BDP’a Pirsûsê ya Rihayê Ekrem Polatsoy û birayê wî Serhat Polatsoy li ber avahiya şaredariyê hatin binçavkirin, endamê meclisa şaredariya BDP’ê Muslim Halhalli jî li mala xwe ya li navenda Pirsûsê hate binçavkirin. BDP’iyên ku li Midûriyeta Polîsan ya Pirsûsê tên girtin, hate hînbûn ku dê bişînin Midûriyeta Polîsan ya Rihayê û bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” dê îfadeyê bidin.