Li Peravên Yemenê keştiya koçberan noqî avê bû: Tenê 4 kes rizgar bûn

Saziya penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Yemenê ragihand ku keştiyeke ku herî kêm 45 koçber têde bûn, şeva Çarşemê li peravên bajarê Taîz ê Yemenê noqî avê bû û tenê 4 kes rizgar bûn.

Ajansa NY’ê diyar kir ku keştî ji ber bayê tund û barê giran, noqî avê bûye.

Ajansê diyar kir ku ji bo alîkarî û parastina yên sax mane, ew bi Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) re dixebitin. Saziya NY’ê da zanîn ku tenê 4 kes rizgar bûne û têkildarî rewşa koçberên din jî ka çi bi serê wan hatiye, hûrgilî nedan.