Li Parlamenta Herêma Kurdistanê şewat derket
Li Parlamenta Herêma Kurdistanê şewat derket
Li Parlamenta Herêma Kurdistanê şewat derket
Li avahiya Parlamenta Herêma Kurdistana Federal, îro danê sibê şewat derket. Hat îdîakirin şewat ji ber kontaka elektrîkê rû daye.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, îro danê sibê ji qatê çaremîn ê avahiya parlamentê ya li Hewlêrê dûxan rabû. Çapemeniya herêmî diyar kir ku odeyek û korîdorek şewitiye. Li gorî agahiyên destpêkê şewat ji ber kontaka elektrîkê rû daye. Di bûyerê de tiştek bi kesî nehat. Rayedaran hînê daxuyanî nedane. Der heqê şewata ku hat kontrolkirin de, lêpirsîn hat destpêkirin.