Li Parlamenta Başûrê Kurdistanê pevçûn
Li Parlamenta Başûrê Kurdistanê pevçûn
Li Parlamenta Başûrê Kurdistanê pevçûn
Di Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê de di navbera parlamenteran de pevçûn derket û parlamenterek hat girtin.
Ji ber hewldana dirêjkirina dema Serokatiya Herêma Kurdistanê nerazîbûnên parlamenterên opozîsyonê (muxalefetê) zêde bûn. Ji ber vê jî di rûniştina îro ya Parlamentoyê alozî û pevçûn çêbû.
Dema nîqaşên li ser vê mijarê dihatin kirin, di navbera Parlamenter û Serokê Parlamentoyê de alozî der ket. Lewma pirraniya parlamenterên opozîsyonê ji parlamentoyê derketin.
Di rûniştinê de parlamenterê Tevgera Goran Ebdûllah Mele Nûrî nerazîbûneke tund li hember helwesta parlamentoyê nîşan dide û ji ber vê ji pevçûn û alozî derdikeve.
Li gorî nûçeya malpera Sbey, polîs li nava parlamentê hatine bicihkirin û parlamenter Ebdûllah Mela Nûrî yê ji lîsteya Goran girtine.