Li Parîsê li 2 navendan 27'ê Mijdarê hat pîrozkirin
Li Parîsê li 2 navendan 27'ê Mijdarê hat pîrozkirin
Li Parîsê li 2 navendan 27'ê Mijdarê hat pîrozkirin
Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Li paytexta Fransa Parîsê li du navendên cuda pîrozbahî hebûn. Li salona Espace Venus a navenda Parîsê û li Banliyoya Evry bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan 35. salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin.
Li Salona Espace Venus a li navenda Parîsê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê û wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê hatin daliqandin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li dû peyama Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a bi dîmen, Tahir Reşo û koma jinê ya TEVÇAND'ê bi erbaneyên xwe derketin ser dikê.
Di şahiyê de siyasetmedara jin a Kurd Ronahî Pazarcik axaftinek kir.
Pazarcik salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Em li pêşberî şehîdên xwe yên em anîne vê roja îro bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. PKK li gel ji nûve zindîkirina gelê Kurd, jinên Kurd jî ji nû ve afirand."
Pazarcik da xuyakirin ku jinên li nava çar dîwaran hatine bicihkirin û bê ziman hatine hiştin bi PKK'ê re ji nû ve ava bû û got, "Jinên ku li nava çar dîwaran hatin bicihkirin, di warê siyasî, çandî, leşkerî û civakî de li her qadên jiyanê ketin qonaxeke pêşengiyê."
Pazarcik 3 siyasetmedarên Kurd ên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin jî bibîr anî û got, "Ji bo çalakiya 11'ê Çileyê ya li Parîsê divê Kurdistanî yên li Parîsê ji niha ve bi ruhê seferberiyê xwe amade bikin."
Di şahiyê de peyamên Komalên Ciwan û MLKP'ê jî hatin xwendin Koma Ronahî lîstiên herêma Botanê li ber stranên Hozan Nemrût pêşkêş kir.
Şahiya li navenda Parîsê bi şanoya Koma Hêja, sînevîzyon û stranên Xemgîn Bîrhat, Kadîr Çat, Peyvan Arjîn û Hozan Sara bi dawî bû.
Şahiya li Banliyoya Evry ya Parîsê jî li Salona Dunya pêk hat. Şahiya bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li dû peyama Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a bi dîmen , li ser navê Meclîsa Jinê ya Evry Hacer Guneş û li ser navê Meclîsa Gel a Evry Farûk Soylemez axivîn.
Di şahiyê de li gel hunermend Siddik, Rizgan, Alî Îhsan, Mesût û Dîno Koma Neva derketin ser dikê.